Just another WordPress.com site

ŞAKIRÊ DENGBÊJ

von Henifi TAŞKIN
AGAHIYÊN DI DERHEQÊ ŞAKIRO DE
şakiro
Min di temenê xwe yê biçûk de ji dengê Şakirê Dêngbêj hez dikir. Kalkê min Hecî Şêyx Sebrî teybek ji Apê min Hecî Remezan re di sala1975an ji hec anîbû. Bandên pirr dengbêjan hebûn û me li hemûyan guhdarî dikir. Ez dikarim bêjim ku dengê Şakir, ji yê Tahiro, Zahiro, Nûroyê Meter Celoyê Mele Merûf, Hecî Evdirrehmanê Perê, Adilê dengbêj û hvd. Xweştir bû. Dema ku Şakiro di teyba apê min de distira me xwe winda dikir. Ev hal ji bo min dibû xweşî û sebir. Dem borî û ez mezin bûm, min xwest ku ez stranê dengbêj Şakir tomar bikim. Paşê min bihîst ku mamoste Ayhan Meretowar jî li ser stran û jiyana Şakiro xebitiye. Me herduyan xebatên xwe kirin yek me ji navenda Nûbiharê re şand. Hê jî em li bendê ne da ku were çapkirin. Îcar em werin ser malbata Şakiro.

Ji malbata Şakir gelek kes li taxa Alpaslan a Panosê û li gundê Panosê Mele Îbrahîmê dijîn. Dostê min birêz Mizefer Cangirê -ku ji Mele Îbrahimê ye- di derbarê malbata Şakiro de pirr agahî da min. Bi riya telefonê bi endamên malbata Şakiro re xebar da û ew agahî ji min re vegotin .

Di nav gel de gotinên di derbarê dengbêj Şakiro de bê çevkanî ne. Ji devê xelkê hatine bihîstin. Ya rast a ku em dizanin ew e; ku me ji malbata wî pirsiye.

MALBATA WÎ

Kurapê Şakiro Qasim Arpacî dibêje: “Malbata me berî du û sê qirn ewil ji Kurdistana Îranê hatine Geliyê Zîlan û li wir bi cih bûne. Piştî komkujiya Geliyê Zîlan (1930) malbatên ku koçber bûn yek jî ji wan malbata me ye. Koçî Agirî yê kirine. Li vir mane. Çi ku ji Geliyê Zîlan hatine, Zilî bûye navê qebîla me. Yanî qebîla me Zilî ye.”

JI DAYIKBÛNA WÎ

Li gor qeydên nifûsê Şakir di sala 1935an de li gundê Navik/Ozanlar ji dayikbûye. Kurapê Şakir jî dibêje: Zêtika, warê ji dayikbunê ye. Ji Zetika mal barkirine çûne gundeki girêdayî bi navenda Agirî yê. Navê bavê wî Bedîh e. Navê dayika wî Dilê ye. Navê kalkê wî Mihê ye. Dema ku zagona paşnavan derket, paşnavê malbata Şakir bûye Deniz. Ango em dikarin bêjin, Şakir kurê Bedîh, bû Şakir Denîz.

ZAROKATIYA WÎ

Malbata Şakiro ji Agirî yê di sala 1943-44 mala xwe bardikin, tê ne gundê Dutaxê Bado. Ev gund 30 km durî Dutaxê ye, nêzî gundê Cemalwêrdî ye. Şakir wê demê heşt-neh salî bûye.Gundê ku Şakiro lê dijiya dikete nava Hêrêma Intabê. Wisa tê hizirkirin ku Şakiro wek hemû zarokê jiyana xwe di nava kar û barên rêncberiyê de borandî ye. Di zivistanên Kurdistanê yên dûr û dirêj de di odan de di nava dengbêj û çîrokbêjan de maye. Ji aliyê perwerdehî yê de Dengbêj Şakiro, nexwendî ye. Lê xwendin û nivîsandin fêr bûye.

Li gundê ku dengbêjê Şakir lê mezin dibe ango li Bedo, şagirtekî dengbêjê navdar yê Evdalê Zeynikê hebûye. Navê wî, Bedîhê Kor bûye. Bi navê din, “ Bedîhê Hemîd”. Ev Dengbêjekî binav û deng bû ye. Dengbêj Şakir, dibe şagirtê wî Dengbêjî. Li cem Dengbêj Bedîhê Kor dest bi dengbêjiyê dike.

CIWANIYA WÎ

Di dema dengbêjiya xwe de, dilê wî dikeve keçeke cînarê wan. Navê qîzikê Esmer bûye. Keçikê ji Şakir re dixwazin; lêbelê bavê keçikê wê nade Şakir, ji ber ku ew û bavê Şakiro neyarê hev bûne. Keçikê didin yekî din. Şakir jî dibe bengiyê vê keçikê û kilaman davêje ser xwe û wê.

“ Lê lê esmer heyran min û te xêr nedî

Di kavilê gunda da ji te ji xwe ax lo ji wî dilî

Xwedê rebî bejna Esmera Şukrî

Bînbaşiya qîzan û bûka

Fenanî rihanê di wargê Mala Ereb Axa da

Bi gulê û sosinê bi piltanê ra de we didît û lê dixemilî”

Şakir, ku dibe 15- 16 salî, bavê wî mala xwe ji gundê Bado bar dike, diçe Milazgirê gundê Toraqa li wir dijîn (1951/2). Wê demê Şakir bi Dengbêj Ferzê re hevnas dibe. Şakiro şêwaza Ferzê jî di stranên xwe de bikartîne. Dengbêj Ferzê şagirtê Evdulkerîmê Kuştiya bûye. Evdulkerîmê Kuştiya jî hevdemê Evdalê Zeynikê bûye. Bi wî awayî Şakirê Dengbêj di bin bandora Evdalê Zeynikê de ma ye. Di 20 saliya xweda Şakir li Sêwazê eskerî kirye. Di sala 1952an de hetanî sala 1959an li gundê Toraqa dijî. Şakir li vir jî denbêjî û şairtiya xwe didomîne. Li vî gundî nav û dengê denbêjtiya Şakir li welatê serhedê belav dibe. Şakiro di sala 1951an de bi Dilber Xanimê re zewiciye; jina Şakir ya yekemîn e ku ji eşîra Sîpkan e. Diya Feyzî ye. Feyzî niha li bajarê Îzmirê dijî.

Piştra di sala 1960an da Şakir mala xwe bardike diçe wilayeta Edene yê, li taxa Mirzaçelebi dimîne. Heft sala li Edeneyê dimîne. Li Edeneyê jineke bi mêr dibe aşiqê dengê Şakir mêrê jinikê jinikê berdide Şakiro wê jinikê jî tîne ser hewiyê. Paşê careke din mala xwe barde diçe Milazgirê gundê Toraqa. Du salan li Toraqa dimîne, dû re Şakiro hemşîrekê jî dixwaze dibe sê jinê wî, ji her jinekê kurekî heye. Ji bilî Feyziyê kurê wî yên din çûne Almanya yê û li wir dijîn.

Di sala 1969an de tê ye Qereyaziyê. 17 sala li Qereyaziyê dimîne. Ji vir jî di 15 çiriya pêşîn 1986an de diçe Enqere yê. Li taxa Dikmenê dimîe. Nêzî salekê li Enqereyê dime (1986-1987) piştre di 2 Tîrmeh 1987an de ji Enqereyê bar dike û diçe Îzmir Qonaxê taxa Torosê, li vir dijîn (1987-1996). Heta dawiya emrê xwe li Îzmîrê dimîne. Lêbelê ev jiyana jîyaneke bi kavilî bû.

MIRINA WÎ Û CIHÊ TIRBA WÎ

Kurapê Şakiro Qasim Arpaci dibêje: Şakir dema ku tê Îzmîrê ji gurçika xwe nexweş dikeve, baş nebe, wefat dike. Şakiro 6 Gulanê 1996an de diçe ser dilovaniya xwe. Tirba rihmetî li Altindaxa Bucaya İzmirê, li qebristana merkezê pişt mizgeftê ye. Xwedê rehma xwe lê ke. Tirba wî bilind û pêşçav tê xweyakirin, navê vî li ser e. Li xerîbiyê û xerîbistanê, dûrî axa bav û kalan, li ser kêlikê Şakir wiha nivîsiye: “Ji şairê şerqê Şakirê kurê Bedih Axa (1935-1996).”hezar hezar rehmet li te be şahê denbêja.

XEBAT U XIZMETÊN Wİ

Bêguman gelek kilamên ku hatine guhê dengbêjhezan, ji kana hunera wî hatine. Bi gotina pîr û navsereyan “li welatê Serhedê”, li welatên din ê Kurdistanê, çi dengbêjî, dengbêjî kiribe, bêguman sûd wergirtiye ji berhemên wî. Dengbêj Şakiro, kedeke mezin daye edebiyata devkî ya kurdî. Eger em mîrateya Dengbêj Evdalê Zeynikê û Dengbêj Reso Kopa daynin aliyekî, dîsa hunera Dengbêj Şakiro, mîna çiyayekî bilind ku xwe dide rû çiyayên mezin dixuyê. Her çendî kana wî ya hunermendiyê û şairiyê digihîje şairê efsanewî Dengbêj Evdalê Zeynikê jî, dibe ku em şairtiya wî ya xweser jî qebûl bikin. Nebe nebe, em bi vî çavî jî dikarin lê binihêrin. Vî ciwamêrî, gelek helbestên ferdî, civakî û gelêrî ku tenê devkî bû ne, bi nefesa xwe, tomarî bandan kiriye li malan heta derengiya şevê. Bûye pireke antolojîk bo edebiyata devkî. Rist û rola wî ne weke ya Dengbêj Reso ye. Digel ku nêztirîn dengbêjê Evdalê Zeynikê ew e. Mîna Dengbêj Şakiroyê Bedîh tu dengbêjekî berhem negihandine dema me.

NAV Û DENGÊ WÎ

Nav û dengê Şakiroyê Bedih, belavî welatê me tevi bûye. Çi qas dengbêjên vî welatî hene hemû, bi nav û dengê wî hesiyane. Haya gişkan ji huner û terzê wî heye. Gelê herêma Serhedê çawan bi kilamên wî radibûn û rûdiniştin wisa jî herêma Xerzan, Botan û Bişêrî jî bi dilekî xweş lê guhdarî dikirin/dikin.

Her çiqas radyoyan dengê vî dengbêjî ranedigihand guhdaran jî, bi derketina teyban re, kesê xwedî derfet, sirf ji bona dengê vî dengbêjê navdar, teyb amade dikirin, kar û barê xwe dikirin, ji mala xwe radibûn, rast berê xwe didan mala wî. Dihatin li mala Dengbêj Şakiro rûdiniştin, bi hurmeteke mezin, teyba xwe datanîn, daxwaza kilaman jê dikirin. Wî jî qet xwe paşde nedida. Xwesteka wan, heta jê bihata, bi dilekî xweş dianî cih û dest bi stranê dikir. Bandê wan, digel ezimandina mêvandariya birûmet, dadigirt û ew qaîl dikirin. Carcaran ev kesên bona vî awayî dihatin, li mala wî bi serî li hev diqelibîn. Mala wî dibû studyo.

BERHEMÊN KU WÎ GOTINE

Dema komkirina stranên ku gotine me çawa bihistiye Şakiro 850 sitran gotine. Lê belê ji vana ê ku me tomarkirine 163 kilam in. Evan stranan ku evîn in, lawêj in, lirîk in, dîrokî ne, civakî ne , bengîbûn e, epîk in, ferdî ne, olî ne.

Hanifi TAŞKIN

Wan 2014

LAWIKO

Kuro de lo lawiko lawikê min ji malê siwar bû

Siwarê bozekiî jê delalî ha ji di delalî hey lê lê

Îro ji êvara Xwedê da ajotê ser me de cerda

Erebê Ûnisê jê bidine mewalî

Terş û talanê min gulîbirrê derbas kiriye xîmê binê beriya tew re jêrîn beriya wî walî

Herçî kesê ku here bi lawikê min î cindî re

Vê sibengê peşiya terş û talanê mala bavê min rebena Xwedê vegerîne

Ez ê pêşkêş bikimê cotê kihêlê mala bavê xwe gulîbirrê pêsîrî bi rext e wa serî bi rişm e

Eger qaîl bî jixwe qaîl bî gava qaîl nebû

Pêşkêş bikimê cotê zermemikê pale jê dipurkilî xalxalî

Hey lê hey lê

De lo lo lawiko hewû gidiyo dîsa ez bi te re

Hey lê lê

Ahû ahû

Kuro lawiko lawikê min siwar e

Siwarê bozeki jê delalî hew û rebenê ez ê bi te re hey lê lê

Îro ji êvara Xwedê da ajotî ser me cerda

Erebî Ûnisê jê di ker e

Gujînê topan û riman û tivingan e ser serê

Lawikê min te re tê dizivire gidîno vediger e

Bawer bike qelebalix e yeqîn şer e

Herçî kesê ku here pêşiya terş û talanê

Mala bavê min rebenê bi lawikê min re vegerîne

Ez ê pêşkêş bikimê cotê kihêlê mala bavê xwe rebenê pêsîrî bi rext e serî wa bi rişm e

Eger pê qaîl bî jixwe qaîl bî gava pê qaîl nebû

Pêşkêş bikimê cotê zermemikê xwe yê pale jê dipukirî gelo jê di topê gilover e

Lawiko de bajo dîsa wa ez bi te re

hey lo lo

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s

Schlagwörter-Wolke

%d Bloggern gefällt das: