xalit_beg_cibri_0DESTANA XALİT BEGÊ CİBRÎ (r.X.l)

Xalit Begê Mîrê Zirav
Te helandî dil û hinav
Tu Rabû li dijî Romê:
Ji bo li ser me bide Tav

Maqûlekî xweş Zanyar bû
Li dijî zilma zordar bû
Beg vêxist Finda Azadî
Mîrêm li dijî kedxwar bû

Begê min Bi Nav û Deng bû
Mîr Mêrxasê Roja Teng bû
Xalit Begê Mîrê Welat (r.X.l)
Ev Mêrxas ji bona Ceng bû

Begêm rabû ji Gimgimê
Berz bû wek Kela Dimdimê
Rêberê Sazya Azadî:
Welat şêrîn, ez nadimê

Nasyarê me Mîralayî
Tu Keleha me Kurdayî
Serekê Eşîra Cibran
Tu Reîsê Mezlûmayî

Mîrê min zêde Qeşeng bû
Serkêşê Bi Nav û Deng bû
Ala wî Berz kir Şêx Seîd (r.X.l)
Ji Dozê ra, ew Pêşeng bû

Berxê Nêr ji bo Kêrê ye
Serê wî d‘ Riya Xêrê ye
Cergên Xalit Begê Cibrî (r.X.l)
Polat biqasî Dêrê ye …

Fehmî Begê Sekreter bû (r.X.l)
Tixtor Fûad xweş Zanyar bû (r.X.l)
Ji Malbatên Payedar bûn
Ûsiv Ziya Beg Haydar bû (r.X.l)

Mele Evdirehman Sekvan (r.X.l)
Xalid Beg Hesenî Sitvan (r.X.l)
Silêmanê Ehmed Navdar
Keremê Zirkî Mêrek Şervan (r.X.l)

Şêrên rabûn Serhildanê
Hemûya kir Berxwedanê
Hemî jî Mêrxas û Mêr bûn
Wan Dengvedan li Cîhanê

Her Mêrekî bi Sed Mêra
Dilê min peritî jê ra
Dema d’ketin Şerrê giran
Ordî dibizdiya j‘ Şêra

Mînanî Mora li ser Pol
Li Gerdûnê tev bûn Sembol
Dîrok nivîsand Xweşmêra
Hemî Şehîd, Xaziyên Ol

Yado û Şêx ‚Evdirehîm (r.X.l)
Divê binas, nemîn xeşîm
Herdû Lehengê Welat in
Ji Mêran ra ew bûne Xîm

Lehengek rabû ji Pîran
Erd hejand hetanî Îran
Bûbû xofa dilê Romê
Bi xwe Şêr bû, Şêxê Pîran

Şêx çû hewariya Dêrsim
Kir Kemînê cehşê çarsim
Li wê deşta Perxaneyê
Tev bûn Şehîd, ez bi hêrsim

Romê Agir berda Zevî
Şewitandin dar û devî
Şêx û hemî hevalên xwe
Ji ordiyê ne di revî …

Ji bo Heyf û Tola Mîrza
Di çûn pişta Seyîd Riza
Şêx negihîşte Dêrsimê
Kurdistan bû hola diza

Leheng Yado wekî Şêra (r.X.l)
Dema lêdxist li neyêra
Zarîn dixist nav ordiyê
Direviyan wan newêra

Rom li dorê dibû çeper
Nimêj dikir wî li hember
Tenê ji Xweda di tirsya
Wek Sihabiyên Pêximber (s.X.l)

Van hemû Lehengên ‚esîl
Laş li erdê dikir qesîl
Ji bo Ol û Welatê xwe
Wan xwîn dirêt mîna mesîl

Van Lehenga ji bo Ceng bû
Kurdistan li neyar Teng bû
Sed car bimre Îxanetî:
Lipêşiya we Asteng bû ..!

Pêşengê Ala Azadî…
Doza te hişyar kir Qadî
Te Mor lêxist li Dîrokê
Bibîrtînim Te bi şadî

Silav li te: Ey Şêx Se’îd (r.X.l)
Serxwebûn ji bona te ‚Îd
Roja Azadî, Rizgarî:
Mizgîn li te Şêxê Cedîd

Min daye Reîsan Sozê
Dernayêm ji Riya Dozê
Dimeşim ez di Rêça we
Ta Azad bijîm Newrozê

Silavê ez didim Qadî (r.X.l)
Pêşeng Sembola Azadî
Bibîrtînim we hemî yan
Her Dijîn… Şehîd û Xazî.

Şair-Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî
01.02.2014 Dortmund / Elmanya

DESTANA YADO AXAYÊ DUMİLÎ Û ÇERKEZ

Yado Axao, Serdaro
Navdaro, Navgirano
Fermandarê Şêx Seîd
Bavê Çerkez
Serpelo, ruh û cano
Te Dengveda li Gerdûnê
Dunya ji te ra bi heyrano…

Le Şêrê Welatê Serhedê
Hezar Rehmet bibarin li Merqedê
Ji bîr nabe! Ew Berxwedan
Navê te l‘ Birca Amedê…

Lehengo, Palîwano, Axao
Tu Sertaca ordiyao
Di Roja Oxulmê Giran da
Tu Beramberî Sêsed mêrao
Çibikim feleka xayîn ji we ra li hev nanî!
Tu Canfîdayê me Kurdao…

Çerkezê Leheng hê Zarok bû, wekî Şêra
Jê fedî dikir ordiya neyêra
Darek ji xwe ra kiribû Modolî
Teqlîta Mêrxasiya Şerê bavê xwe dikir…
Ji Kula Dilê min û xwe ra Digot:
Ya Ya Ya…
Şa Şa Şa…
Her Bijî… Yadîn Paşa …

Le teresê romiyan
Lawê Sitvanê min
Berxê Yado Axayê Dumilî,
Çerkez girtibûn Teqîbatê
Çerkezê min ê Delalî danîn nava ordiya leşkera, îzibatê
Van teresên romiya, jê dikirin Pirsiyarê?
Çerkez mînanî Gulek ji Gula vê buharê
Ter û Teze bû, Nû Şîn dikir,
Li Zozanê Qazgol û Bîngol û Şerefdînê, derbuharê
Lehengê Kurê Lehenga Digo:
Navdarê min digo,
Piçûkê min digo,
Ezîzê min digo,
Şêrînê min digo:
Misto Kemal çawa, axayê we Tirka ye
Yado Axa jî wisa Axayê me Kurda ye …

Van teresê romiya biryar didan
Gulekî ji gula romê
Berî bedena Lehengê kurê Lehenga didan
Çerkezê Delalî li wê dibû Cangorî
Canê xwe fîda dikir bi Mêranî
Ji bo Kurdistana Rengîn
Zîna Sitû bi Morî …
Ax piçûko,
Lehengo,
Mêrxaso,
Egîto,
Çelengo:
Te cergê min peritand,
Can û ruhê mi j‘ te ra gorî …

Mêrxaso tu Piştmêryê me Kurdayî
Xwedê hîn zarokek wekî te Leheng nadayî
Di roja Teng da:
Tu sertaca Zarokên Kurmancayî
Te Dîrok nivîsand, tu Dîroka me me Kurda yî…

Berxê bavê mino; Rom xayîn e,
Bextê romê nîn e
Belkî Xwedê ji roma bêbext ra lawo reş bigerîne
Le çawa Fermana serê me kurda deranîn
Bi dek û dolaban Welatê me xesp kirin,
Le ji xwe ra li hev Par kirin,
Le lawo Welatê me j‘ xwe ra kirin Qetilxwîn e…

Çerkez berxê bavê mino, bejna te zirav e ji dara sipîndarê
Berz û bilind e mînanî dara vê çinarê
Le çar gurçikê berxê min hebûn, Şêrê Welatê Serhedê
Her gurçikekî mêrê mêrxas mezin bû, bi qasî hinara li serê darê…

Lo lo bira ez ê diçûme Kaniya Yado Axayê Dumilî, wa li hember e
Birao çima tu nizanî derdê Şehîd û Xaziya pirr e, zehf giran e,
Le Derdê te jî xwe daye ser e,
Belkî Xwedê kulê bi kulke têxe derê mala teresê romiya,
Çawa derbek ji derba romê berî bedena Çerkezê delalî dane
Xwîna sor bi ser bejna Çerkezê Donzdeh salî de dikişe dayê,
rebenê seranser e…

Çerkez berxê ez ê diçûme Çewlika şewitî wa li palê
Min mizekir li bejn û bala bavê Çerkezê delalî,
Berz û bilind e, le lawo mînanî cot Minarê
Lê sêsed û şêst û şeş Tamarên mêrinayê di bavê te da mewcût bûn,
Berxê Yado Axa yê Dumilî, Reîsê malê…

Ax Çerkezê min ê delalî tu Pêşeng bû
Bi emrê xwe zarok bû, zehf qeşeng bû
Di roja oxilmê giran da, Mêrê Ceng bû
Hewar û gaziya me Kurmanca,
Çerkezê Leheng, Mêrxasê Roja Teng bû…

Çerkez berxê bejna te zirav e ji gula serê çiya
Hêşîndike li Zozanê Hezargolê, li devê çem û çehvkaniya
Çargurçikê min Şêr e, sertaca me cindiya
Le Dayika te rûniştî, Şîna te digerîne,
Ji kula dilê min û xwe ra,
Le lawo li nava teresên romiya…

Çerkez berxê welle tu kubarî
Le lawo ji Şîsxana bavê te agir dibarî
Mîna qesîl ordiyê li erdê radixist
Berxê li ser serê wan dikire tarî…

Lo lo bira ez ê rabim berê xwe bidim Kargeha Kawayê Hesinkar, bi mêranî
Pênûsa destê xwe têkim Bazinbeleka Kurdistanî
Berê xwe bidim Qesr û Qonaxa Felekê jêra bêjim; çima te carekî wekî xelkê ji me ra jî li hev nanî?
Le malmîratê te Welatê me xira kir, Konê me ji nava Kona danî?
Tu bûyî Piştmêryê, Ecem û Rom û Fêrisa,
Çima te koka Leheng û Mêrxasa li me anî?
Na na wele ez ê girêdim Rextê Ferzende Begê, bi mêranî
Li xwe bikim Şal û Şapikên Kurdistanî
Berê xwe bidim Qesr û Qonaxa Felekê, jê ra bêjim:
Felek malxirabê; qê ‚Ecem û Rom û Fêris mêrê Devê {Yado Axayê Dumilî, Şêx ‚Evdirehîm, Ferzende Beg, Keremê Qolaxasî, Seyîdxanê Kerr û ‚Elîcan bûn?
Te Welatê me perçekir, Konê me ji nava Kona danî!
Çima tu nizanî van Mêrxas û Lehenga mêrê bi sed ordiya bûn?
Te çima koka van Leheng û Mêrxasa li me anî?

Ax Çerkezê min ê delalî tu Pêşeng e
Di Qiyama Şêx Seîd Efendî da, tu Mêrxasê Bi Nav û Deng e
Le ordiya romê jê ditirsya;
Çerkezê min Lehengê roja Teng e
Le roja Azadî, Serxwebûn:
Mizgîn li hemî Leheng û Mêrxasên Bi Nav û Deng e..!

Şair-Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî
11-06-20139d85a3e3-0ed1-442c-b3ff-5f0724568257

Advertisements

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden / Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden / Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden / Ändern )

Google+ Foto

Du kommentierst mit Deinem Google+-Konto. Abmelden / Ändern )

Verbinde mit %s